Posts

10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr

Image
10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr Silav û rêz xwendevanên hêja. Di vê nivîsê de ez dixwazim ji we re qala dirêjkiriniya geroka webê (web browser extension) bikim û ji bo vî, min lîsteyeke amade kir. Di nav lîsteyê de 10 heb dirêjkirinî yên Firefox û Chorme-ê hene. Yên 8, 9 10em piranî tekildarî lekolîneran in. Hemî gelek bi feyde ye û lewma karê mirov hêsantir dike. Kerem bikin û bixwînin 1. Astengkerê reklaman ( Adblocker) – ‘ Adblock Plus ’ Gava ku mirov li ser înternetê ji xwe re digere, reklam û pop-upan mirov aciz dikin lê di vê demê de direjkiririna geroka webê bi navê ‘adblocker - Adblock Plus ’ dikare van reklam û popupan asteng bike reklamên vidyoyê li ser malperan (wekî YouTube) asteng bike dema barkirinê li ser rûpelan lez û bez bike talûkeya an jî rîska enfeksîyona dîjîtalê kêm bike ji aliyê astengkirina şopînerên ve nepenîtiya kesê/î biparêze îkonên medyaya cîvakî asteng bike Heke tune ye daxînin Firefox an jî Chrome Adblock Plus...

Taybetmendî û Şikestina Hestî

Image
Fîgur 1. Astên Organîzmayê [1] Ş ikestina hestî û encama wî çi ne? Şikestina hestî, li seranserê cîhanê yek ji birîndariyên belav e. Ew bi seqetiya kesanê û windakirina hilberîna civakî re têkildar dibe ku ji ber vê sedemê lêçûnên dermankirinê pir zêde ji mîlyar dolaran derbas dibe [2] . Implantên skeletê yên xweş-sêwirandî 1 di endazyariya tevna 2 hestî de alternatîfeke baş in û têne zanîn ku dermanek bi bandor peyda dikin [3] . Karên hestî çi ne? Tevna hestî di organîzmayên mazmazkî 3 de yek ji celebên tevn ên herî bingehîn e. Ew pergala 3 skeletal pêk tîne a ku organên cûda diparêze, piştgirî dike û dihêle ku laş ji cîhekî veguheze li cîhekî din. Ew, hem ş aneyên (hucreyên) xwîn ên sor û spî hilberîne ew ku di sîstema gera xwînê de û sîstema parastîyê de rola girîng dilîzin, hem jî mîneralan tomar dikin. Morfolojiyê wî çawa ye? Hestî xwedana strukturên tevlihev e û li gorî şekl ê, mezinahî û geometriyê diguhere. Ew dikare ji ber cûdahiyên xwe yên s...