10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr
10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr
Silav û rêz xwendevanên hêja. Di vê nivîsê de ez dixwazim ji we re qala dirêjkiriniya geroka webê (web browser extension) bikim û ji bo vî, min lîsteyeke amade kir. Di nav lîsteyê de 10 heb dirêjkirinî yên Firefox û Chorme-ê hene. Yên 8, 9 10em piranî tekildarî lekolîneran in. Hemî gelek bi feyde ye û lewma karê mirov hêsantir dike. Kerem bikin û bixwînin
1. Astengkerê reklaman (Adblocker) – ‘Adblock Plus’
- van reklam û popupan asteng bike
- reklamên vidyoyê li ser malperan (wekî YouTube) asteng bike
- dema barkirinê li ser rûpelan lez û bez bike
- talûkeya an jî rîska enfeksîyona dîjîtalê kêm bike
- ji aliyê astengkirina şopînerên ve nepenîtiya kesê/î biparêze
- îkonên medyaya cîvakî asteng bike
Dema ku mirov dixwaze li Netflixê fîlimeke temaşe bike, bi lez nirxandina imdb ya wê fîlimê bibîne. Ji bo vî direjkiriniya geroka webê “Film scores for Netflix” gelek balkeş e û bi feyde ye. Vê add-onê dîrekt nirxa imdbê tîne li ser malpera Netflixê. Ne hewce dike ku mirov ji bo fîlima xwe ku berî biryarî daye biçe li ser malpera IMDBê digere û binere puana wê çi ye. Nirxandina fîliman di navbera 0 û 10 de ye. Di wêneya jorê de hûn dikarin puana IMDB (9.3/10) ya “The Last Dance’ê” bibînîn.
3.
SideView
4.
DownThemAll!
DownThemAll dê alîkariya we bike ku hûn daxistinên xwe zûtir hilbijêrin, dor bikin, rêz bikin û baz didin. Ew bi awayên pêşketîyê tê ku hûn hilbijêrin ka kîjan lînkan têne daxistin. Ew ê biryarên we yên berê bi bîr bîne da ku hûn bikarin bi têne klîkekê re hemû lînkan daxînin.
- Ji bo hevberkirina gelek rûpelên malperê li kêleka hev.
- Ji bo hevdemkirina gelek rûpelên malperê li kêleka hev.
- Ji bo vekirina lînkan ji yek tabê di tabên herî yên nêzik de.
- Ji bo tomarkirina organîzasyona raxistî yên ku ji bo karanîna paşerojê dikarin ji nû ve bêne xilas kirin.
7. Ecosia
Ecosia motora lêgerînê ya Google-ê ye, lê ji hêlekî cûda ye: ew dahata reklama xwe ji bo çandina darên li deverên ku xwezayê û mirov kêmasîya wan zêdetir hîs dikin bikar tînin. Civata Ecosia li Etiyopyayê, Brezîlyayê, Endonezya, Spanya û gelek deverên din ên bi mîlyonan daran çandiye.
Êdî direjkiriniyên me yên li jêr bi piranî bi lekolîneran re têkildar in û ez baver im ew ê bala wan zêdetir bikşînin û karên nivîs ên wan hêsantir bikin û waxta ji bo vî kêmtir bikin.
- Hûn dikarin li ser înternetê an jî li pirtûkxaneya zaningehê nivîsên temam binerin. Hûn dikarin sernavê gotara rûpelê ku hûn dixwazin hilbijêrin û ji aliyê tikandina bişkoka Scholarê ve wan bibînin.
- Hûn dikarin pirsên xwe ji lêgerina geroka webê biveguhezin Scholarê. Bitikînin bişkoka wê ji bo ku sê encamên yekem bibînin. Di aliyê çepê ya jêrîn ya popupê de li full screenê bitikînîn ku hemî bibînin.
- Di stîlên jêgiran ên bi berfirehî de çavkanî format bikin. Bişkoka lêwergirtinê ya li popupê bitikînîn ku çavkaniya veavakirinê bibînin û wê kopî bikin gotarê ku hûn niha dinivîsînin.
9. Scopus
Scopus Document Download Manager dirêjkirina webê belaş e. Bi wê re, ne pêwist e ku hûn ji bo daxistina dokumanan yek bi yek seredana weşanxaneya takekesî bikin. Ew jî mina Google Scholar e. Lê li wir hûn dikarin PDFên gotaran daxînin li ser kompîtura xwe.
Scopus (Chrome)
10. Mendeley Desktop û Web Importer
Gava ku hûn gotar an jî teza lîsans û mastir û doktora ya xwe binivîsînî, çêkirin û organîzasyona çavkanî gelek zahmet dibe. Li şûna çêkirina bi destî, ji aliyê bikaranîna Mendeley ve hûn dikarin jêgiranan û çavkaniyan bi otomotîk cîh û rêz bikin û biguherin. Tê de gelek formatên çavkanî jî hene wekî APA, Chicago, IEEE hwd. Tenê bi yek tikandinê hûn dikarin hemî formata jêgiran û çavkaniyan biguherin. Çawa tê bikar anîn? Mesela em bêjin hûn xwedî pirr gotaran e. Hûn dikarin van çavkaniyan têxinê hundirê aplîkasyonê û bi alîkariya Word û Mendeley hûn jêgirana têkildar tînin dawîya hevokê. Gava nivîsa we qediya hûn dikarin hemî van jêgiran mîna çavkanî ango bîblîyografî bînî dawîya rûpela dosyayê. Berî bikaranîna ve aplîkasyonê dive hûn bi hesabê emaîlê xwe tomar bikî. Paşî hesaba we dê her dem bibe hevdem (senkronîze) û eyar û çavkaniya we jî bibe payîdar. Ji bilî vê, hûn dikarin ji Google Scholarê çavkaniyan (gotaran û tezan di formata jêgiranê de) daxînin li ser kompîtura xwe û wan têxînin Mendeleyê û paşî di nivîsa xwe de bikar bînin.
Mendeley Web Importer kovar û gotarên li ser rûpelê ku hûn dibînin tespît dike û bixweber metadata û nivîsarên tevahîya PDFan digire (heke heye) ji bo ku hûn daxînin li pirtûkxaneya xwe. Tenê hewce ye ku di geroka webê de gotarek an lîsteya çavkaniyê bibînin û li ser îkonê direjkiriniya Mendeley Web Importerê bitikînin û wekî di wêneya jêrîn de bibînin.
Derheqê nivîskar
Serhat Aydin
Di sala 1992an de li bajarê Amedê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li bajarê xwe xwend. Piştî wî hat Stênbole ji bo xwendina zaningehê. Li vir, lîsansa xwe di beşa endezyariya kîmyayî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê de (@ITU) kir. Paşî, di beşa zanîstiya materyalê ya Zanîngeha Sabanciyê de mastira xwe qedand. Niha, dîsa di zanîngeha sabanciyê de, û di bi heman departmantê de doktora (PhD) û asîstaniya xwe didomîne. Bi kurtayî û hêsanî teza mastirê bi endazyariya tevna hestî ve girêdayî bû. Ji bilî Kurdî Tirkî, Îngîlîzî jî dizane û zimanê lêkolîna wî Îngîlîzî ye.
Comments
Post a Comment