Taybetmendî û Şikestina Hestî
Fîgur 1. Astên Organîzmayê [1] Ş ikestina hestî û encama wî çi ne? Şikestina hestî, li seranserê cîhanê yek ji birîndariyên belav e. Ew bi seqetiya kesanê û windakirina hilberîna civakî re têkildar dibe ku ji ber vê sedemê lêçûnên dermankirinê pir zêde ji mîlyar dolaran derbas dibe [2] . Implantên skeletê yên xweş-sêwirandî 1 di endazyariya tevna 2 hestî de alternatîfeke baş in û têne zanîn ku dermanek bi bandor peyda dikin [3] . Karên hestî çi ne? Tevna hestî di organîzmayên mazmazkî 3 de yek ji celebên tevn ên herî bingehîn e. Ew pergala 3 skeletal pêk tîne a ku organên cûda diparêze, piştgirî dike û dihêle ku laş ji cîhekî veguheze li cîhekî din. Ew, hem ş aneyên (hucreyên) xwîn ên sor û spî hilberîne ew ku di sîstema gera xwînê de û sîstema parastîyê de rola girîng dilîzin, hem jî mîneralan tomar dikin. Morfolojiyê wî çawa ye? Hestî xwedana strukturên tevlihev e û li gorî şekl ê, mezinahî û geometriyê diguhere. Ew dikare ji ber cûdahiyên xwe yên s...